31 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ÎZMIR
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ev hewldanên dawîn ên rêxistina terorê ne. Ji bîr nekin, ev hewldanên dawîn ên hevalbendên wan in."
Serokomar Erdogan li Balafirgeha Adnan Menderes li ser otobêsa Serokomariyê xitabî gel kir.
Erdogan kêxweşiya xwe destnîşan kir û got ku tevî Serokomar Bînalî Yildirim û endamên kabîneyê em bi gel ra hatine cem hev.
Serokomar Erdogan li ser dirûşmên li dijî PKKyê wiha xeberda: "Ev hewldanên dawîn ên rêxistina terorê ne. Ji bîr nekin, ev hewldanên dawîn ên hevalbendên wan in. Ev gel, Dewleta Komara Tirkiyeyê û hikûmet dersa kesên ku ji siyasetê fehm nakin li Meclisê bi 376an da. Kesên xwe nedan ber, peyra di nav 376an da cî girtin. Lewra dizanibûn ev diçe ber destê gel. Dizanibûn ku heger ev here ber destê gel wê fatûre giran be. Lewra divê bizanibin ku desthildarî bê şert û merc ya gel e."
- "Siyasetmedarên ku bi gotina PKKê dikin hene, direvin"
Serokomar Erdogan destnîşan kir, "Rojava çima ew qas ji Tirkiyê dexesiyê dike? Çima? Çima vê rêxistina terorê ya cudaxwaz kirine bela serê welatê me? Çekan didinê, pera didinê, mixabin piştgirên van ji me ra dirust nînin." û wiha dewam kir: "Çi dikin bila bikin. Siyasetmedarên ku bi gotina PKKê dikin hene, binêre direvin, dest bi revê kirin. Wê birevin, wekî din tu çara wan tuneye. Em dibêjin ku hey rêxistina terorê, an tê çekan teslîm bikî, betonê ser da ro bikî, kordînatan bidî an jî tê vî welatî terk bikî herî. Heta ku hizûr neyê welatê me, ev operasyonê nesekinin. Li başûrê rojhilat, li rojhilat, li ku dera welatê min dibe bira bibe, em ê bi leşker, polês û gundparêzên xwe va bi îzna Xwedê vê têkoşînê heta dawiyê bidin."