Sevim Hatun
16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di çarçoveya çalakiyên yekemîn salvegera hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê ya Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) de li navend û navçeyên Enqereyê welatî li qadan civiyan û bûn yek.
Di çarçoveya çalakiyên 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî de li Kahramankazanê welatiyan nobeta demokrasiyê girt.
Xizmên şehîd û xaziyan tevî welatiyan ve li qada tenişta şaredariyê kom bûn.
Malbat û xizmên şehîd û xaziyan li vir di çarçoveya şahiyan de derketin ser dikê û qala bîranînên xwe yê wê şevê kirin.
Nîhat Takdemirê bavê şehîd Omer Takdemir derket ser dikê azan da.
Takdemir got ku bi hewlên derbeyê nikarin dengê azana me bibirin û wiha axivî: "Ku qeweta wan heye bila werin dengê me bibirin, eha alaya me bi şaredariyê ve daliqandiye, xwestin daxin, ku qeweta wan heye bila werin daxin."
Takdemir got ku ew piştî banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji malê derketiye û wiha dewam kir "Hêviya min ew e ku carekî din li vî welatî şevên wekî 15ê Tîrmehê rû nedin."