16 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Li Tuzlaya navçeya Stenbolê kesekî bi çekê êrîşî polêsan kir. Di bûyerê da polêsek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên polêsan li ser îxbara diziyê çûn taxa Îçmelera navçeya Tuzlayê.
Li vê derê diz li ser hatina polêsan reviya û polês jî da pey diz. Diz, gule berî polêsan da. Di encama bûyerê da polês Battal Y. birîndar bû.
Hevalên polês, polêsê birîndar rakir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Marmarayê ya Pendîkê.
Hat ragihandin ku rewşa polês giran e. Diz piştî demekê hat girtin.
Der barê bûyerê de lêpirsin hat destpêkirin.