23 Îlon 2016•Rojanekirin: 24 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat diyarkirin ku 61 pêşmergeyên ku li Iraqê di dema têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê de birîndar bûn, dê li Tirkiyeyê bên dermankirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Serqonsolosxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê bi dest xistin 61 pêşmergeyên ku di dema têkoşîna dijî DAEŞê de birîndar bûne lê nikarin wan li herêmê derman bikin dê sibê bi balafirê bişînin Enqereyê.
Hat ragihandin ku dê mesrefên dermankirinê yên pêşmergeyên birîndar jî ji aliyê Tirkiyeyê ve bên dayîn.
Pêşmerge dê bi balafira ku dê ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê rabe biçin Balafirgeha Esenbogayê ya Enqereyê û Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Kerîm Sîncarî û rayedarên din ên hikûmetê dê pêşmergeyan oxir bikin.