Muhammet Kurşun
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Bi minasebeta salvegera hewla derbeya têkçûyî ya 15ê Tîrmehê li 81 wîlayetên Tirkiyê xelk rijiyan ser cadeyan û FETO şermezar kirin.
Li Ûrfayê, Kilîsê, Adiyemanê, Entabê, Hatayê û hemû bajarên din hemû rayedarên dewletê, şaredarî û saziyên sivîl kom bûn û şehîdên 15ê Tîrmehê bibîn anîn.
Li Kilîsê, Wanê, Sêrtê, Îzmîrê, Elezîzê, Şirnexê, Batmanê, Diyarbekirê, Denîzlî, Duzce, Kastamonu, Artvin, Antalya û Muglayê û wîlayetên din li seranserê welat xelk li ser cadeyan civiyan.
Li Şirnex û Batmanê "Meşa Yekîtiya Neteweyî"
Li Şirnexê di çarçoveya merasimên 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî da "Meşa Yekîtiya Neteweyî" hat kirin.
Organîzeya "Meşa Yekîtiya Neteweyî" heta Xaçerêya Rêbejê ser Rêya Uludereyê dewam kir.
Di meşê da welatiyan tekbîr anîn û dirûşmên dijî Rêxistina Terorî ya Fetullahî (FETO) berz kirin.
Hin welatiyên tevlî meşê nebûbûn jî ji şaneşînên malên xwe alayên Tirkiyeyê hêjandin û bi wî awayî piştgirî dan û li meşê xwedî derketin.
Di merasima li Batmanê da jî "Meşa Yekîtiya Neteweyî" ji ser Bulvara Turgut Ozal dest pê kir û heta Meydana Demokrasiyê dewam kir.
Gelek welatî tevlî meşê bûn û alaya Tirkiyeyê ya ku dirêjahiya wê 100 metre bû hat vekirin.