Abdullah Tel
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di salvegera ewil a hewla derbeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya 15ê Tîrmehê da ji bo beşdarî Merasima Bîranîna 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî bibe meşiya û hat ser Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê.
Serokomar Erdogan tevlî xanima xwe Emîne Erdoganê ji mala xwe ya li Kisikliyê ye derket û hat Nakkaştepeyê û ji wir tevlî malbat û welatiyan ber bi pireyê va dest bi meşê kir.
Serokomar heta hat ser Pira Şehîdan a 15ê Tîrmehê meşa wî ji ser ekranên li cihê merasimê hatibûn danîn da hatin nîşandan.