02 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
HANOÎ
Peymana hevkariyê ya di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Vîetnamê (NVA) da hat nûkirin û berfirehkirin.
Bi peymana ku li Hanoiya paytexta Vîetnamê hat îmzekirin va peymana herdu ajansan a di sala 2007an da hat xurtkirin. Li gorî peymana nû, herdu alî digel nûçeyên îngilizî dê di warê dîmen û wêneyan da jî guhastinê bikin.
Di merasîma peymana ku Alîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Mustafa Ozkaya û hevmewqiyê wî Le Duy Truyen îmzeyê xwe avêtin da Balyozê Tirkiyê yê Hanoiyê Akîf Ayhan û Gerînendeyê Nûçeyên Navneteweyî Farûk Tokat jî amade bûn.
Ozkaya di axaftina xwe ya li dû merasîmê da destnîşan kir ku peymana AA û VNAyê dê bibe wasite ku nûçe bêtir bilez û bibawerî bên belavkirin û xelkê herdu welatî baştir hevdu nas bikin.
Ozkaya bal kişand ku bi vî peymanê va AAyê hevkarekî girîng bi dest xist û wiha got, "AAyê bikaribe bi 11 zimanî va nûçeyên der heqê Vîetnamê da li dinyayê belav bike. Ev peyman dê bi rastî jî seba pêwendiyên herdu welatan jî kêrhatî be. Di kurtedemekê da encamên peymanê dê di warê çand, aborî û tûrîzmê da bên dîtin."
Alîkarê Midûrê Giştî yê VNAyê Truyen jî di axaftina xwe da bal kişand ku peymanê cihêrengiya nûçeyên herdu ajansan jî xurtir bike û dê bibe derfet ku di mijarên herêmî û navneteweyî da nûçeyên bêtir bêalî bên çêkirin