Önder Beyter
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
ANKARA
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û ajansa fermî ya nûçeyan a Komara Gelê Çînê Xinhuayê da peymana hevkariyê hat îmzekirin.
Li ser navê AAyê, Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Giştî Metîn Mutanoglu û li ser navê Xinhuayê jî Alîkarê Serok Yan Wenbin peyman îmze kir.
Dîrektorê Operasyonên Navneteweyî yên AAyê Ural Yeşîl û berpirsên payebilind ên Çînî beşdarî merasima îmzeyê ya li Maseya Edîtoran a AAyê bûn.
Di merasimê da Mutanoglu û Wenbin bal kişandin ser girîngiya peywendiyên Tirkiye û Çînê û xweşhaliya xwe ya ji ber bihêzkirina hevkariya di navbera dezgehan da anîn ziman.
Piştî merasimê Alîkarê Midûrê Giştî û Gerînendeyê Giştî Metîn Mutanoglu vazoyeke çînî û pirtûkên Istanbul Photo Awards 2017 û 15ê Tîrmehê Hewldana Derbeyê wekî diyarî pêşkêşî Alîkarê Serokê Xinhuayê Yan Wenbin kirin.
Bi vê peymanê va AA û Xinhua dê nûçeyên xwe yên bi Tirkî-Çînî-Îngilizî bidin hevdu.
Herwiha piştî merasimê, Yan û yên pê ra li servîsên AAyê geriyan.