Elahe Salari,İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Edîtorê Nûçeyên Farisî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Hîkmet Gok, Seyyid Ziya Haşimiyê Midûrê Giştî yê ku nû tayînî Midûriya Giştî ya IRNAya ajansa fermî ya Îranê bû, ziyaret kir.
Ziyaret li Tehrana paytext di avahiya IRNAyê da hat kirin. Gok di ziyaretê da axivî û got ku têkiliyên AA ve IRNAya ajansên herî qedîm ên herdu welatan baş in û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku di serdema rêveberiya nû ya IRNAyê da jî têkilî xurt bibin."
Gok diyar kir ku Îran ji bo Tirkiyeyê welatekî girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo AAyê şopandina nûçeyên Îranê girîng e. Li Tirkiyeyê mirov girîngiyê didin nûçeyên Îranê. Ji ber vê yekê xurtbûna têkiliyên bi IRNAyê ra wê şopandina nûçeyan leztir bike."
Gok di ziyereta xwe da qala xebatên ajansê yên li giştiyê dinyayê jî kir.
Midûrê Giştî yê IRNAyê Haşîmî jî di axaftina xwe da diyar kir ku di hevnasîn û nêzîkbûna gelên herdu welatan da rola medyayê girîng e.
Haşimî wiha axivî: "Li alema Îslamê cihê AA û IRNAyê mezin e û ev herdu ajans dezgehên girîng ên herdu welatan in. Ev sazî dikarin roleke girîng hildin ser xwe ku gelên herdu welatan hevdu nas bikin."