ANKARA (AA) - Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Andalu Agencyê (AA) Kemal Ozturk got: "Wêneyên AAyê roj bi roj bêtir dikevin bazara wêneyan a navneteweyî, ji bo ku ev yek zêdetir bibe divê nirxê marqeya me zêde bibe."
Îsal 26emîn festîvala herî mezin a wênegiriya nûçeyan Visa Pour L’Image li bajarê Perpîgnana li başûrê Fransayê hat lidarxistin. Ozturk jî di festîvalê de standa AAyê ziyaret kir û der barê xebatên ku seranserê hefteyê hatin kirin de agahî sitand.
Ozturk di festîvalê de axivî û bal kişand ku roj bi roj wêneyên AAyê yên di bazara navneteweyî de zêde dibin û got ku çiqas wêneyên me di bazara wêneyan a navneteweyî de bixuyên dê nirxa me ya marqeyê jî ew qasî bê zanîn. Ozturk got ku "Me niha xwe vir wek peydakerê herê bihêz a Rojhilaya Navîn, nîşan da" û qal kir ku êdî ajansên mezin ên navneteweyî û belavkerên wêneyan jî haj bi hêz û sazîbûna Anadolu Agencyê ya li Rojhilata Navîn hene.
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk wiha axivî:
"Em beyî ku beşdarî çalakî û organîzasyonên navneteweyî yên bi vî awayî bibin ne mimkun e ku em nirxê marqeya xwe zêde bikin. Me ji ber vê yekê li Perpîgnanê di festîvala Visa Pour L’Imageyê de stand vekir û di şeva herî girîng de wêneyên xwe yên ku mijara wan Sûriye, Xeze û Iraq in, pêşkêş kirin. Gelek wêneyên me hatin weşandin û ez wisa difikirim ku ji vê hêlê ve ev pêşketineke girîng e. Em ê înşallah van çalakiyan berdewam bikin."
Ozturk bi Wekîlê Arîkarê Serokê Giştî yê AAyê Yilmaz Yaman û Birêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel re li pêşangeh û organîzasyonên ku di festîvala Visa Pour L’Imageyê de hatin kirin, geriya. Ozturk her wiha bi rayedarên payebilind ên ajansên Getty Images û AFPyê yên ku peymana wan a belavkirina wêneyan bi AAyê heye re, hat bal hev.
Di hevdîtinan de li ser wênegiriya nûçeyan a navneteweyî û modelên kar ên di dahatûyê de sekinîn. Rayedarên Getty Imagesê dan zanîn ku pêngavên ku Anadolu Agencyê di nav van 3 salên dawîn de avêtin ji nêz ve dişopînin, Anadolu Agency êdî wek çavkaniya herî girîng a Rojhilata Navîn tê qebûlkirin û ji ber şirîkatiya xwe ya bi AAyê re kêfxweş in.
Di şeva fînala Visa Pour L’Imageyê ya ku xelatên Visa d'Orê (Vîzaya Zêrîn) a ku wek xelatên herî girîng ên wênegiriya nûçeyan tê hesibandin hat dayîn, wêneyên AAyê yên der barê Xeze, Iraq û Sûriyeyê de di şanoya derve de hat nîşandan. Beşdarvanên navneteweyî wêneyên AAyê temaşe kirin.
Anadolu Agency yek ji wan ajansa ne ku wê şevê wêneyên wê herî zêde hatin nîşandan. Anadolu Agency plan dike ku çalakiyên xwe yên di organîzasyonên wêneyan ê cîhanê de berdewam bike.