26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tebax 2016
ANKARA
Anadolu Agencyê (AA) pirtûkeke bi navê "Kêlî bi Kêlî Hewla Derbeyê ya FETO" ya ku qala kronolojiya teşebûsa derbeyê ta FETO ya di 15ê temûzê de û bertekên piştî teşebûsa derbeyê dike, amade kir.
"KÊLÎ BI KÊLÎ HEWLA DERBEYÊ YA FETO" (PDF)
Di pirtûkê de hemû geşedanên der heqê teşebûsa derbeyê ya ku komekî cuntaciyên mensûbên FETOyê yên di nav TSKyê de dan destpêkirin lê belê bi piştgiriya mezin a gel jî di 16ê temûzê de hat têkbirin bi nûçeyên demkî yên nûçegihanên AAyê û wêneyên wan ên li cihê bûyerê li gor rêza kronolojîk hatiye berhevkirin. Pirtûk bi vî awayî wekî "belgeyeke dîrokî" ye.
Di pirtûkê de berxwedana gelê tirk ê ku li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daket kolanan û dijî derbeyê derket, helwesta hevpar a serokên mixalefetê û çapemeniyê ya dijî derbeyê, bertekên siyasetmedarên ji çar aliyê dinyayê yên dijî derbeyê û daxiyaniyên wan ên ji bo piştgiriya Tirkiyeyê li gel wêneyên balkêş cî digirin.
- Dê pirtûka teşebûsa derbeyê bêpere belavî welatiyan bikin
Di pirtûkê de bertekên tirkên li çar aliyê dinyayê yên dijî hewla derbeyê ya FETO jî cî digirin. Kesên ku di berxwedana dijî derbeyê de şehîd ketin, birîndar bûn, binçavkirinên piştî derbeyê, jikardûrxistin û girtin li gor reqamên ku dji 20ê temûzê ve derketine holê bi înfografîkên AAyê hatin pêşkêşkirin.
Di pirtûkê de daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên der heqê îlankirina rewşa derasayî (OHAL) jî hene. Serokê Lijneya Birêvebirinê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê Şenol Kazanci der heqê pirtûkê de agahî dan û ev gotin:
"Me ji bo ku ev teşebûsa derbeyê ya ku bi feraset û wêrekiya gelê me, di serî de Serokomar û Serokwezîrê me helwesta serbilind a serokên me yên siyasî, biryardarî û piştevaniya mînak a çapemeniya me hat têkbirin "car din neqewime" xebateke ku dê mohra xwe li dîrokê bide, amade kir. Di pirtûkê de "destana qehremaniyê" ya ku gelê me îro nivîsand hat qisekirin, pirtûk dê bibe wesle ku nifşên bê ji vê destanê dersê derxînin û her dem li welatê xwe xwedî derkevin.
Anadolu Agency çawa ku li gor armanca damezrandina xwe di Şerê Rizgariyê de li gel miletê xwe sekinîbe û têkoşîna neteweyî kiribe nûçe bi serbilindî di teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê de jî li gel miletê xwe cî girtiye, bi heman xîret û wêrekiyê geşedan şopandine û kiriye nûçe. Ez bi vê wesîleyê spasiya hemû nûçegihan û xebatkarên me jî dikim."
Pirtûka bi navê "Kêlî bi Kêlî Teşebûsa Derbeyê ya FETO" ya ku AAyê amade kir û tirkî û îngilizî hat çapkirin dê herwe belavî gel bikin.