Muhammet Kurşun
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ANKARA
Şaredarê Enqereyê Melih Gokçek diyar kir ku Abîdeya Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li hemberî Kulliyeya Serkomariyê ya li Beştepeyê di 24 rojan de hat çêkirin û dê vekirina wê piştî bimêja sibehê were kirin.
Gokçek di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku abîde ji bo serfiraziya milletê Tirkiyê ya li dijî hewla derbeya têkçûyî nîşan dan neyê jibîrkirin û bo nifşên bê were neqilkirin ev berhem ji aliyê hunermend Sinan Turaman ve hat sêwirandin û rojane 500 kes li serê xebitîn.
Gokçek bal kişand ser wê yekê ku Serkomar Recep Tayyîp Erdogan teyida vê abîdeyê kiriye û berhema 34 metreyî ji bo vekirinê amade ye.
Di abîdeyê de 4 figûr hatin neqişandin.
Şaredarê Enqereyê bibîr anî ku li ser abîdeyê 4 fîgurên ku yek millet, yek ala, yek nîştiman û yek dewletê temsîl dikin hatine neqişandin û navê 250 şehîdî jî li serê nivîsandî ye.
Herwiha got abîdeya li ser 3 hezar û 200 metre çargoşeyî hatiye çêkirin û 250 ton pola û mermer tê de hatine bikaranîn. Gokçek got dê abîde piştî nimêja sibê ya li Camiya Millet ji aliyê Serkomar Erdogan ve were vekirin.