06 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2015
DUHOK
Ajovanên tankêran ên ku nefta bîrên Herêma Kurdistana Iraqê dikişînin Tirkiyeyê gotin ku îdiaya Rûsyayê ya ku "nefta rêxistina terorê DAEŞê ji ser Iraqê bo Tirkiyeyê tê sewqkirin" rast nîne û ji binî va derew e.
Ajovênên tankêran ên ku nefta bîrên cuda cuda yên herêma Kurdistanê ji ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ê Îbrahîm Xelîl dikişînin Tirkiyeyê, li qada tankêrên sotemeniyê ya li navçeya Zaxoyê daxuyanî dan peyamnerê AAyê.
Ajovanê tankêrê Îhsan Abdullah destnîşan kir nefta ku ew barkêşiya wê dikin dibin Tirkiyeyê ne ya DAEŞê ye û wiha xeberda, "Ev demeke dirêj e ku em barkêşiya vê neftê dikin û aniha jî tê îdiakirin ku ev neft ya DAEŞê ye. Ev îdia ji binî va derew in. Ev nefta ku em sewqiyata wê dikin ya herêma Kurdistanê ye û şîrketên navneteweyî vê neftê derdixin. Heger nimûne hewce bike, aniha nefta xam a di tankêra min da ji bîra li herêma Keleka li ser Berdereşa navçeya Duhokê hat derxistin."
Abdullah bal kişand nefta ku ji herêma kurdan tê derxistin, sewqkirina wê ya ji bo welatekî din zehmet e û wiha dewam kir, "Pêşiyê ji bo ku hûn bikaribin vê neftê bibin, divê di destê we da hin belge hebin. Digel vê hewce ye ku hûn li her noqteyeke kontrolê ya li têketin û derketina navçeyan, van belgeyên xwe nîşan bidin."
- "Ev bi temamî îftira ye"
Ajovanekî din ê tankêrê Celal Elî jî bal kişand ku nefta ew dibin Tirkiyeyê ji bîrên herêma kurdan derdikeve û wiha axivî, "Tê îdiakirin nefta ku em barkêşiya wê dikin, ya bîrên di kontrola DAEŞê da ne. Lêbelê ev bi temamî îftira ye. Rewşeke wiha bi tu awayî pêkan nîne. Pir eşkere û zelal e ka em neftê ji ku bar dikin û dibin ku. Aniha nefta xam a di tankêra min da ya bîrên herêma Kurdistanê ye."