Nihat Kavşut
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
HAKKARÎ
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar der barê teqîna ku li Hekariyê di herêma baregehê da çêbû wiha got: "Niha xebatên edlî, îdarî û teknikî dewam dikin. Li herêmê xebatên temirandina şewatê temam bûne."
Akar piştî teqîna li Herêma Baregehê ya Girê Sunguyê hat Yuksekovayê û bi şev li Fermandariya Tumenê ya Piyade ya 3yemîn ma.
Wezîr Akar li Navenda Operasyonê bi şev xebatên temirandina şewatê li herêma baregehê teqîb kir û Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Metîn Temel jî amade bûn.
Akar tevî fermandarên pê ra bi firokeyê çû serdana Herêma Baregehê ya Girê Sunguyê ku 2 hezar û 80 mêtro bilind e.
Wezîr Akar der barê qezayê da agahî hilda û daxuyanî da rojnamevanan.
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Akar destnîşan kir Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û şîfayê bide eskerên ku birîndar bûne.
Akar der barê teqîna ku li Hekariyê di herêma baregehê da çêbû û wiha got: "Niha xebatên edlî, îdarî û teknikî dewam dikin. Li herêmê xebatên temirandina şewatê temam bûne."