Nihat Kavşut
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 11 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê kuştina Cemal Kaşikçi da wiha got "Kujerên vî karî teqez di nav wan 15 û 18 kesan da ne, hewce nake ku li dereke din lê bigerin."
Erdogan beriya here Parîsa paytextê Fransayê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da rojnamevanan.
Serokomar Erdogan der barê teqîna ku li Hekariyê di herêma baregehê da çêbû wiha got: "Ji ber teqîna ku li Hekariyê di depoya me ya cebilxaneyê da çêbû da 7 eskerên me şehîd ketin û 25 jî eskerên me birîndar bûn."
Erdogan der heqê kuştina Cemal Kaşikçi da destnîşan kir teqez di nav van 15 kesan da kujer kîne, ew bi vê zanin û rêveberiya Erebistana Siûdî ji bo zelalkirina meseleyê van 15 kesan bide xeberdan û di derxistina rastiyê da biserkeve û wiha got: "Kujerên vî karî teqez di nav wan 15 û 18 kesan da ne, hewce nake ku li dereke din lê bigerin."
Serokomar Erdogan li ser pirsa hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra wiha peyivî: "Dema em herin Parîsê wê hevalên me dualî biaxivin. Em ê hewl bidin ku firsend çêbe û di vê çarçoveyê da biaxivin."