Önder Beyter
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
PALERMO
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay bi Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babis ra hevdîtinek pêk anî.
Oktay ku di çarçoveya Konferansa Libyayê da li Palermoyê ye, li Villa Igiea Otel ku konferans li vê derê bi rê va diçe, bi Babis ra hat cem hev.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî bû da peywendiyên siyasî û aborî yên herdu welatan hatin gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê da hat balkişandin ku têkoşîna dijî her cure terorê dê bênavber bidome.
Di hevdîtinê da herwiha li ser wê yekê jî lihevkirin çêbû ku projeyên hevbeş ên Tirkiye û Çekyayê bên kutakirin û derî li ber projeyên nû bê vekirin.