Nihat Kavşut
10 Adar 2018•Rojanekirin: 11 Adar 2018
ANKARA
Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriyê der barê Projeya Xwemalîkirina Tendursitiyê ya hikûmetê daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da nirxandinên Serokwezîr Bînalî Yildirim yên li ser xebatên neteweyî û xwemalî cî girtin.
Serokwezîr Yildirim diyar kir armanca wan ew e di warê derman da ji sedî sed xwemalî bin û wiha got: "Li gor texmîna me jimara dermanên ku li Tirkiyeyê bê çêkirin 6,1 milyar lire ye. Armanca me ew e ku di warê derman da ji sedî sed em xwemalî bin."
Yildirim der barê Projeya Xwemalîkirina Tendursitiyê da wiha got: "Bi saya projeya xwemalîkirina dermanan 6,1 milyar lireyê diçe derva wê di kasaya Tirkiyeyê da bimîne."
Serokwezîr Yildirim der barê projeyê da wiha got: "Bi xwemalîkirina aşiyê wê bi qasî 900 milyon lire feyde bigihêje maliyeya kamuyê."