10 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
BEXDA
Artêşa Iraqê diyar kir ku di operasyona hewayî ya li Enbarê bir ser kozikên DAEŞa rêxistina terorê da ji 100 zêdetir terorîstên rêxistinê kuşt.
Berdevkê Hêza Operasyonên Şirîk a artêşa Iraqê Yehya Resûl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di operasyona hewayî ya balafirên şer ên F-16yan birin ser kozikên DAEŞê da rayedarên payebilind jî di nav da ji 100î zêdetir milîtanên rêxistinê hatin kuştin.
Resûl got ku li gor agahiyên di destê wan da DAEŞ di nav amadehiyan da bû ku li Enbarê êrîşên terorî li dar bixe û ji ber vê jî bombebarandina ser rêxistinê tam di wextê da hat kirin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Iraqê di daxuyaniya weşand da diyar kir ku berpirsên eskerî, gihandin û xenîmetê yên herêmî yên DAEŞê jî di operasyona hewayî da hatin kuştin.