16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
ANKARA
Derdora gundê Dabiqê yê ku bona DAEŞê giringiyeke xwe ye sembolîk heye û li bakurê Sûriyê ye, hat kontrolkirin û lê xebatên paqijkirinê dest pê kirin.
Operasyona Mertalê Feratê, di serî da rêxistina terorê DEAŞ, bona ku li dijî rêxistinên terorê tevdîrên li ser sînor bê xurtkirin û alîkariyê bidin hêzên hevpeymanê, ji hêla Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hatibû destpêkirin, berdewam e.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên leşkerî hat wergirtin, dorbera gundê Dabiqê ji aliyê Artêşa Sûriya Azad (ASA) va hat kontrolkirin, têketina hundir û paqijkirina wê dest pê kir.
Hat tespîtkirin ku unsûrên rêxistina terorê DEAŞê bi piranî gund terikandin. Bona kontrola têkûz, ASA divê teqemenî û mayînên çalkirî paqij bike û 4 wargehên din ên di destê DEAŞê da jî kontrol bike.