06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
DENİZLİ
Serokê Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) Ergun Turan got ku avahiyên li Silopî û Diyarbekirê ji bo kesên ku xaniyên wan di operasyonên terorê de xisar çêbû tên çêkirin wê piştî sersalê teslîm bikin.
Turan ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, TOKÎyê tevî êrîşa derbeker ya xayin di sala 2016an de bi ser ket, herwiha ji bo hedefên xwe yên sala 2023yan dixebite.
Turan destnîşan kir ku TOKIyê îsal 64 hezar avahî çêkirin û wiha dewam kir: "Înşallah em ê di çarçoveya hedefên xwe yên sala 2023yan de di sala 2017an de 65 hezar avahiyên biqalîte avabikin. Daxwaza me ew e ku em heta sala 2023yan 500 avahiyên bikalîte çêbikin."
Turan diyar kir ku li Başûrê Rojhilatê Anadoluyê qismeke avahiyên malbatên ku di têkoşîna dijî terorê da xaniyên wan zirar dîtin li ber qedandinê ne û wiha got: "Li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê digel Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê avahiyên TOKÎyê tên çêkirin. Di destpêka meha rêbendanê da jî em ê li Silopî û Diyarbekirê dest pê bikin û di nav sala 2017an da gelek avahiyan çêkin. Li Silopî û Diyabekirê piştî sersalê wê avahî bên belavkirin."
Ergun Turan diyar kir ku li Pamukkaleya Denizliyê jî di çarçoveya projeya nûkirina avahiyan da xebat tên kirin û got ku ev jî wê ji hêla tûrîzmê va feydeyeke mezin bide.