Haydar Şahin
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2019
ANKARA
Bi Biryara Rejima Îtxalatê va baca gumrukê ya li ser pîvazan hetanî 28ê sibatê hat rakirin.
Biryara Serokomariyê ya ji bo mijarê di Rojnameya Fermî da hat weşandin û kete rewacê.
Li gor vê di îtxalata pîvazan da baca gumrikê hetanî 28ê sibatê (ev roja jî tev) hat rakirin.
Hat ragihandin ku biryar bi destê Wezareta Bazirganiyê tê meşandin, hat gotin ku ji bo pêşî li zêdebûna bihayê pîvazê bibirin, li piyaseya navxweyî biha di asteke maqûl da bidin sekinandin û rê nedin spekulasyonên li ser bihayê pîvazan ew ê biryarê pêk bînin û heyama ajotina pîvazan jî ji bîr nekin.