Türkan Tosun
15 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 6 şikbarên demek berê gule berdabûn li ser hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin, di minareya mizgeftê da jî hişbir hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li navçeyên Lice, Hezro û Kocakoyê di 13ê Çileya Paşîn da "Operasyona Hevpar ya Ala-111 Onbaşiyê Pispor ê Cendirme ê Şehîd Mehmet Kara-02" dan destpêkirin ku ev operasyon duh şev di saet 22.00an da temam bû.
Hat gotin di operasyonê da sitargeheke ji hêla terorîstan va tê bikaranîn hat îmhekirin, tê da tupeke biçûk, tupeke 4 goze û gelek alavên din hatin bidestxistin.
- Di minareya mizgeftê da hişbir veşartine
Li Yalaza gundê Liceyê tîman di minareya mizgeftê da 44 kîlo esrara xubar, 187 kîlo ya toz, bi tevahî 231 kîlo esrar dîtin.
Di kontola rê da jî 3 kesên qaçax ên neçûne eskeriyê hatin tespîtkirin û ji wan ra teblîgat hat kirin ku ew herin eskeriyê û paşê ew hatin berdan.
- Şikbarên demek berê gule berdabûn hêzên ewlehiyê hatin binçavkirin
Walîtiyê daxuyand li 11 avahiyan da lêgerîn hatiye kirin û şikbar M.T, Y.T, H.T, M.O, F.T û R.T yên demek berê gule berdabûn li ser hêzên ewlehiyê û propagandaya terorê kiribûn jî hatin binçavkirin.