Türkan Tosun
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
KARS
Xirbeyên Aniyê ya ku di Lîsteya Mîratên Dinyayê yên UNESCOyê de cih digire û wek "Bajarê Cîhanê", "Landika Şaristaniyan", "Dêra Hezaryek" û "Bajarê 40 Derî" tê binavkirin di dawiya hefteyê de mazûwaniya gelek kesan kir.
Xirbeyên Aniyê li Arpaçaya navçeya Qersê li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê ye. Di navbera salên 961-1045an de dema Xanedana Pakraduniyê de ji hikumdarên Ermeniyan re paytextî kiriye.
Ev bajarê qedîm xwedî berhemên avasaziya Îslamê ya sedsalên 11 û 12emîn e û di 15ê tîrmeha 2016an de li ser Lîsteya Mîratên Dinyayê yên UNESCOyê hat zêdekirin.
Herêma ku bermayiyên wê heta salên 3 hezarî yên beriya zayînê diçe û ji 23 şaristaniyan re mazûvanî kiriye di her çar demsalan de jî bala turîstan dikişîne.
Serokê Komeleya Turîzma Sariqamîşê Mîr Hasan Taş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand piştî ku Xirbeyên Aniyê li ser Lîsteya Mîratên Dinyayê yên UNESCOyê hat zêdekirin li Qersê turîzm pêşva çû.
Taş got Anî bajarekî cîhanê ye û di turîzma Qersê de rola wê pir girîng e û wiha axivî: "Piştî ku Xirbeyên Aniyê di Lîsteya Mîratên Dinyayê de cih girt û trêna Ekspresa Rojhilatê dest pê kir turîstan zêdetir bala xwe dan Qers, Sariqamîş, Çildir û giştiyê herêmê. Turîst tên li cihên dîrokî digerin, navenda xweşiqitandinê xwe dişiqitînin, ji esnafan dan û stendinê dikin, di xwaringehan de xwarinê dixwin. Ji ber vê gelekî xêra wan digîhîje turîzm û aboriya herêmê. Qers bê Anî, Anî jî bê Qersê nabe."