Önder Beyter
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 21 Gulan 2018
BITLÎS
Berberên ji çaraliyê Tirkiyeyê di bernameya perwerdeyê ya li Tetwana navçeya Bitlîsê ya li keviya Gola Wanê da şêweyên nû yên makyaj û porqusandinê ceribandin.
Bernameya perwerdeyê ya ku li navçeya Tetwanê li keviya Gola Wanê seba jinan hat lidarxistin, bi beşdariya 60 berber û 5 hîndekarên ji Ankara, Îstanbul, Îzmir, Antalya, Aydin, Trabzon, Adapazari, Diyarbakir, Gumuşhane, Wan û Mûşê va pêk hat.
Li keviya golê di kargeheke taybet da perwerdeya modêlên porqusandinê, porboyaxkirin û makyajê dest pê kir û herwiha li kêleka Gola Wanê nimûneyên perwerdeyê hatin ceribandin.
Berberên ku perwerde sitandin, di atmosfera newaze ya Tatwanê da nimûneyên xwe yên por û makyajê derxistin holê.
Meryem Kizil ku wekî hîndekar tevlî organîzasyonê bûye, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ev 7 sal e hîndekariya berberiyê dike û wiha axivî:
"Ez nêzîkî 25 salan e ez di vê sektorê da dişixulim. Ez ji Adapazariyê tevlî vê organîzasyonê dibim. Me li gelek ciyên welat perwerde da, lêbelê herêma rojhilatê bi min pir xwe e. Ez wekî xwebexş tevlî bernameyê bûm û min ev der pir eciband. Ji çaraliyê Tirkiyeyê beşdar hene, niha hejmara wan 60 e."
Hîndekar Tolga Akyuz ku ji Gumuşhaneyê beşdarî bernameyê bû jî bal kişand ku Tetwan ciyekî pir newaze ye û wiha got, "Bi rastî jî atmosfera vir pir xweş e û însanê vê derê jî pir baş e. Ji ber vê çendî jî em gelekî kêfxweş in ku em li vir in."