22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) operasyona hewayî birin ser Zap û Metînaya herêmên bakurê Iraqê û çoltera Liceya navçeya Diyarbekir û Şemdînliya navçeya Şirnexê.
Serokatiya Sererkaniyê daxuyanî da û diyar kir ku agahiyeke demkî ji sererkaniyê ra hat û li ser vê jî balafirên şer li bakurê Iraqê di saet 10.13-10.21î da herêma Metînayê û di saet 22.00-23.11yî da jî herêma Zapê bombe kirin.
Di operasyona belafirên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayî da 15 derên ku di nav da baregeh, stargeh, cebilxaneyên terorîstan hebûn hatin îmhakirin. Ji bo tespîtkirina zirara li herêmê qewimî jî xebat didomin.
Ji hêla din va duh di saet 16.00-16.16an da çoltera Licêya navçeya Diyarbekirê û di saet 19.45-20.05an da jî çoltera Şemdînliya navçeya Hekariyê ji hêla balafirên şer ên TSKê va hatin bombekirin.
Di operasyonda 20 baregeh, stargeh, cebilxane hatin îmhakirin.