21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
Li 25 gundên navçeyên Diyarbekirê Licê, Hanî, Sîlvan, Qulp û Hezroyê Hêzên Çekar ên Tirkan (TSK) tevî unsûrên emniyetê li dijî rêxistina terorê PKKyê operasyona mişterek dan destpêkirin.
Walîtiyê ji saet 05.00an pê va li çil çiyayên 25 gundên navborî qedexeya derketina derva ragihand ku mensûbên rêxistina terorê yên li deverê bên kuştin, stargeh, şikeft û embarên terorîstan bên tespîtkirin, alav û amûrên tê da bên qefaltin. Piştî ragihandina qedexeyê, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin.
Helîkopterên kobra jî piştgiriyê didin operasyonê û her wisa digel Stenbol û Enqereyê ji bajarên cîran jî ekîbên cendirme û polêsên tîmên taybet sewqî herêmê kirin.
Operasyona mişterek a ku biqasî hezar personelê ewlekariyê beşdariyê dikin, li gundên Licê, Şenlik, Birlik, Erginkoy, Elmadere, Oyuklu, Kutlu, Tureli, gundên Haniyê, Yukariturali, Akçayurt, Kaledibi, Damlatepe, gundên Sîlvanê, Uçbasamak, Çaldere, Keklikdere, Gorentepe, Bayirduzu, Dagcilar û Dolaplidere, gundên Qulpê, Taşkopru, Temren, Bakirkoy û Demirli, gundên Hezroyê, Ulgen, Mutluca û Bayirduzu û çil çiyayên wê tê kirin.