30 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Di 35emîn hefteya Lîga Yekemîn a Fitbolê ya Spanyayê (La Liga) da Barcelonayê di pêşbirka derbiyê da li deplasmanê Espanyol 3-0 têk bir, bi zêdahiya pêşbirkê û averajê va serkêşiya xwe dewam kir.
Dewreya yekemîn a pêşbirka li RCDE Stadê bêyî gol temam bû.
Barcelonayê di dewreya duyemîn da bi golên Suarez ku di deqîqeya 50yemîn û 87emîn da avêt û herwiha bi gola Ivan Rakitic ku di deqîqeya 77emîn da avêt va 3-0 serkeftî ji yarîgehê veqetiya.
Barcelonaya ku bi vê encamê va li pey hev 4 caran xalibiyet bi dest xist, pûanê xwe derxist 81an û herwiha bi zêdahiya pêşbirkê û averajê va li pêşiya Real Madridê serkêşiya xwe dewam kir.
Fitbolvanê neteweyî Arda Turan ku formaya Barcelonayê li xwe dike, digel ku di nava kadroya 18 kesî da bû, lê di pêşbirkê da nelîst.