29 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
ANKARA
Tîma Byê ya Barcelonayê ya Îspanyayê li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyek weşand. Tîmê daxuyand ku peymana futbolîst Sergî Guardîola (24) hat betalkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema betalkirina peymana Guardîola ew e ku wî 2 sal berê li ser Twîtterê peyamên Barcelona û Katalonyayê biçûk dibînin, avêtine.
Di nûçeyên çapemeniya Îspanyayê de hat gotin ku Guardîola 2 sal berê ev peyam avêtine û li ser vê li ser medyaya civakî bertek nîşanî wî dane. Li ser vê jî kulubê di nav çend saetan de biryar da û peymana lihevkirinê betal kir.