Türkan Tosun
20 Gulan 2018•Rojanekirin: 20 Gulan 2018
DIYARBAKIR
Amadehiyên mitînga "Lanet Li Zilmê Piştevanî Bo Qudsê" ya ku îro wê li Diyarbekirê bi beşdariya Serokwezîr Bînalî Yildirim çêbibe, temam bûn.
Mitîng îro wê di saet 16.30an de li Meydana Îstasyonê çêbibe. Ji ber mitîngê li bajêr cihên cuda afîş hatin daliqandin, broşur hatin belavkirin ku welatî beşdarî mitîngê bibin.
Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê AK Partiyê Suleyman Serdar Budak ji nûçegihanê AAyê re daxuyand Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Yenîkapiyê mitîngek kir û Îro jî ewê li Diyarbekirê mitîngekê li dar bixin û bi hev ra lanetê li zilma Îsraîlê bînin, piştgiriyê bidin Qudsê.
Budak got amadehiyên mitîngê qediyaye û wan bangî welatiyan kiriye ku ew beşdarî mitîngê bibin.
- "Diyarbekir welatê neviyên Selahaddîn Eyyubî ye"
Budak anî ziman Diyarbekir cihê serhildanê ya li hember zilmê ye û wiha axivî: "Diyarbekir welatê neviyên Selahaddîn Eyyubî ye. Quds jî him ji bo Diyarbekirê û him jî ji bo alema Îslamê pir girîng e. Serokomarê me ji ber ku vê dizane got 'Em li Yenîkapiyê mitîngê dikin' û piştî vê navê Diyarbekirê bilêv kir. Ev jî nîşan dide ku ew baweriya xwe li Diyarbekirê û teşkîlata Diyarbekirê tîne."
- "Diyarbekir zilma Îsraîlê qebûl nake"
Budak got welatî wê guh bidin banga Erdogan û wê meydanan tije bikin.
Budak anî ziman ew amade ne ku Serokwezîr pêşwazî bikin û wiha dewam kir: "Diyarbekir zilma Îsraîlê qebûl nake. Di mitînga îro de û piştî vê jî wê nîşan bide ku ew qebûl nake."