28 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2018
ADIYAMAN
Ji Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme ya Erziromê ji bo yekîneyên ser tixûbê Sûriyeyê wesayîtên zirxpoş hatin sewqkirin. Herwiha dema ku konvoya eskerî ji Golbaşiya navçeya Adiyemanê derbasî bû, xelk derket pêşiyê, slav da û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê da ji Fermandariya Tabûra Tevgera Taybet a Komandoyên Cendirme ya Erziromê, ji bo ku derbasî Efrînê bibe, otobês û wesayîtên eskerî yên zirxpoş şandin Kilîsê.
Li ser guzgergeha konvoya ku di bin tevdîrên ewlekariyê da diçe, welatiyan durişma "Şehîd namirin welat perçe nabe" berz kirin.