İbrahim Atmaca
24 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
HATAY
Obus û tankên ku Artêşa Tirkiyeyê wek teqwiye ji yekîneyên eskerî re şandin, gihîşt Reyhanliya navçeya Hatayê.
Konvoya tirên ku obus û tank lê barkirî ne, di bin tevdîra ewlehiyê da gihîşt navçeya Reyhanliyê.
Wesayîtên eskerî şandin ser xeta sînor a Sûriyeyê.
Ji aliyekî din va zarokên taxên ser sînorê Sûriyeyê jî hezkirina xwe nîşanî personelên ku di wesayîtên eskerî da bûn, dan.
Li ser xeta sînor ku bi dîwaran hatiye dorpêçkirin jî hat dîtin ku tevdîrên ewlehiyê hatine zêdekirin.