25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
ADIYAMAN
Konvoya ku ji tirên li ser tank hene pêk tê û ji bo teqwiyeya yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin, gihîşt Adiyamanê.
Konvoy ji 25 tiran pêk tê û tank li tiran barkirî ne. Konvoy di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji Fermandariya Hêzên Wezîfeyê yên Tabûra Piyadeyên Mekanîze ya Şaxartêşa 9em a Erziromê hat şandin û gihîşt navçeya Golbaşiyê.
Konvoy di bin tevdîrên ewlehiyê da derbasî xeta sînor bû û hat gotin ku ji bo yekîneyên ser sînorê Sûriyeyê teqwiye hatiye şandin.
Dema ku konvoy derbas dibû welatiyan duruşmeyên "Şehîd namirin, weten perçe nabe" berz kirin.