İbrahim Atmaca
30 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2018
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê "cinawirê" ku Cezmî Fazla seba zarokên di bexçeyê mala xwe da bi berfê çêkir, rastî eleqeya kesên ku dibîne tê.
Li taxa Yenîmahalleya navçeyê piştî barîna berfê tav derket û teknîkerê makîneyê Cezmî Fazla ji berfê cinawir çêkir.
Fazla anî berfa ku barî baxçeyê wî hemû berhev kir û bi zarokên xwe ra di nav 2 rojan da "berfecinawir"ekî ku dirêjahiya wî 10 mêtre ye çêkir.
Fazla daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wî piştî xebateke dûr û dirêj çêkir û ew pê ra westiya.
Fazla diyar kir ku li bajêr zivistan dûr dirêj derbas dibe û berf zehf dibare û wiha dewam kir: "Zarok demeke dirêj di malê da dimînin. Min xwest ku hinekî pê şa bin û bêhna wan derkeve. Min û zarokan me di nav du rojan da çêkir."
Fazla got ku xebata bi berfê va zehmet e û wiha dewam kir:
"Mebesta me di serî da cinawirê Gola Wanê bû ku em çêkin. Berî niha jî me ceribandibû. Hema bêje me di baxçeyê xwe da baxçeyê heywanan çêkir. Me ji berfê heywanên wek zurafa, hesp, gur û mar çêkir. Kesên ku vê xebatê dibînin, wêneya wê dikşînin. Zarok pir pê şa dibin."