Türkan Tosun
30 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2018
ANKARA
Wezîrê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn Altun beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû û 3 wêne hilbijartin.
Altun wêneyên nûçegihanên AAyê yên li hundir û dervayê welêt hatine kişandin nihêrî û di kategoriyên "xeber", "jiyan" û "sporê" da "Wêneyên Salê" hilbijartin.
Altun di kategoriya "xeberê" da wêneyê Emrah Yorulmaz ê bi navê "Kuştina Kaşikçi" hilbijart.
Di kategoriya jiyanê da wêneyê Îlhamî Çetîn ê bi navê "Kalikê Elî û pişîka wî", di kategoriya sporê da jî wêneyê Burak Akbulut yê bi navê "Siltanên Karateyê" hilbijart.