Abdullah Tel
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê maf û azadiyên Kurdan de got: "Beriya me Kurd di mijara heq da di çi halî da bûn. Gelo dayikê dikaribû bi ewladê xwe ra bi kurdî xeber bide? Na. Gelo te dikaribû di kampanyayên hilbijartinê da bi kurdî xeber bida? Na. Hemû belavok, nivîs, filan bêvan dikaribû bikira. Na. Em hatin me rê li van hemû tiştan vekir."
Erdogan li panêla "Ji Aliyê Binpêkirina Mafê Mirovan ve 15ê Tîrmehê" ya ku li Odeya Ticareta Enqereyê hat lidarxistin axaftinek kir.
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan got ku di mijara "heqên kulturî" da veguherînên dîrokî kirin û li ser daxwaza welatiyan ji çapemeniyê bigire heta xizmetên dewletê di her aliyî da qedeqeyên li ser zar û zimanên din hebû, rakirin.
Serokomar Erdogan bangî welatiyên Kurd kir û ji wan ra jî got:
"Beriya me Kurd di mijara heq da di çi halî da bûn. Gelo dayikê dikaribû bi ewladê xwe ra bi kurdî xeber bide? Na. Gelo te dikaribû di kampanyayên hilbijartinê da bi kurdî xeber bida? Na. Hemû belavok, nivîs, filan bêvan dikaribû bikira. Na. Em hatin me rê li van hemû tiştan vekir, lê wê hereketa siyasî ya ku rêxistina terorî piştgiriya wê dike ev fêm nekir, qiymetê vê nezanî. Dema 83 parlamenter qezenc kir wê got qey 'Tirkiye bû ya min' demildest ji bo daketina kuçe û kolanan bang kir. Niha yekî din jî wisa bang dike ji bo kuçe û kolanan. Dema ji bo kuçeyan gazî kirin çi bû? 53 birayên me yên kurd hatin kuştin. Yên kuştin, ew jî kurd in."
Di dawiya axaftina xwe da jî Serokomar destnîşan kir ku qedr û qîmetê tiştên hatin kirin, li ber çavan nehat û rêxistina terorî jî ji bo xerakirin û helweşandina herêmê hewl da û wiha pê da çû: "Em cudakariyê nakin lewra kesê bi qedr û qîmetê mafên mirovan zanin em in. Me tu car negotiye filan kes Kurd e em cudakariyê bikin. Yê min şandiye rûyê dinyayê ewî jî şandiye û me veberhênanên xwe ji bo vê li van deran kir."