28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
DIYARBAKIR
Di çarçoveya lêpirsîna dijî PKK/KCKa rêxistina terorî da Murat Yilmazê "berpirsiyarê malî yê KCKê li Tirkiyeyê" ku hatibû binçavkirin li Diyarbekirê hat girtin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna dijî çavkaniyên fînansê yê PKK/KCKê da der barê Yilmazê berpirsiyarê malî yê KCKê da biryara qefaltinê derxist.
Hat diyarkirin ekîbên Fermandariya Cendirmeyan Yilmaz binçav kirin.
Hat destnîşankirin Yilmazê hat binçavkirin sewqî edliyeyê kirin û piştî îfadeya dozgeriyê li dadgeha cezayê ya nobedar ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorî ya çekdar" hat girtin.
Li gor agahiyan Yilmaz tê sûcdarkirin ku "li ser navê PKK/KCKa rêxistina terorî pere kom kiriye, pere şandiye û pereyê rêxistinê îdare kiriye."