31 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2016
ŞIRNAK
Di operasyona sewqkirina birîndarên ku tê îdiakirin li taxa Cûdiyê ya Cizîra Şirnexê di jêrzemîna malekê da ne, terorîstan bi roketavêjê êrîş kirin, di encamê da 5 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, ji bo anîna birîndarên ku tê îdiakirin li taxa Cûdiyê di jêrzemîna malekê da ne, operasyon hat lidarxistin. Di vê kêliyê da ji heman malê bi roketavêjê êrîş birin ser hêzên ewlekariyê.
Di êrîşê da 2 jê leşker 5 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê da jî hat gotin ku bi armanca desteserkirina mensûbên rêxistinê, tijekirina çalan, rakirina barîqatan û anîna birîndarên ku tê îdiakirin di jêrzemîna malekê da ne operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê da 5 peywirdarên ewlekariyê birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da bal hat kişandin ku operasyonên li herêmê pir biîhtîmam tên meşandin.