08 Gulan 2016•Rojanekirin: 08 Gulan 2016
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, beşdarî Konferansa 8emîn Tendûristî û Ewlehiya Kar ya Navneteweyî ya li Navenda Kongreyê ya Halîçê hat kirin bû.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya li vir da got: "Perê karkeran tê birîn û mafên wan ên sosyal tê kêmkirin. Tevdîra ku qezayên karkeriyê çênebin û nexweşî negihîje karkeran nayê hildan. Qezenca wisa nabe. Ew qezenc li gor baweriya me heram e."
Serokomar Erdogan wiha dewam kir: "Wekî ku Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ÎLO) jî destnîşan dike, piraniya van mirinan, wate ji sedî 98ê wê heke tevdîra pêwîst were standin û verastkirinên heyî bi temamî bên cîbicîkirin, dikare pêşî lê were girtin. Ev reqam bi serê xwe li holê ne û didin nîşan ku pirsgirêkeke pir cidî heye û li ser mijarê divê em dûrûdirêj bifikirin. Qenaeta min ne ew e ku mesele ji ber derfet, pere, teknolojî û verastkirinê ye. Sedemê sereke yê vê dîmena rûreş, dîtina bi nakokî ya hemberî însanan e."
-"Çi eleqeya bikaranîna kedkaran wek mertal bi mafên karkeran ve heye?"
Erdogan got ku bikaranîna kedkaran wek mertal û bi vî awayî êrîşkirina polêsan, malên kamuyê û kargehan, çi eleqeya wê bi mafên karkeran ve heye? û wiha domand:
"Meşa bi alayên rêxistina terorê va çi eleqeya wê bi cejna karkeran va heye? Ev tevger beriya her tiştî li hember birayên min ên kedkar heqaretek e. Ev tevger û gotin herî zêde karkerên me yên bi rastî jî xwediyê vê cejnê ne aciz dike."
-Ji bo "1 gulan" li gor ruh û maneya xwe tê pîrozkirin, kêfxweş im
Serokomar destnîşan kir ku di salên dawî da piraniya sendîkayên me, roja karkeran li gor ruh û maneya 1ê gulanê, wekî cejna karkeran pîroz dikin û wiha xeberda: "Ez ji bona vê kêfxweş im. Ev dîmen normalîzebûn, kamilbûn û demokratîkbûna welatê me nîşan dide, bi taybetî dixwazim vê bînim ziman."
-"Heqê xwêdana eniya karkeran bidin, hûnê bêtir zengîn bin"
Serokomar Erdogan got: "Ez ji vir bangî karsazên me dikim, hûn bi Xwedê kin dema ku hûn ucretê kifş dikin nêrîna mêtînkariya xwêdana eniya karkeran daynin aliyekî. Bizanin heke ku hûn heqê xwêdana eniya karkeran bidin, karê weyê bi bereket be û hûnê bêtir zengîn bin."