09 Mijdar 2018•Rojanekirin: 10 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Reng û rûçikên Licêya navçeya Diyarbekirê bi saya projeyên ku şaredariya lê wezîfdarî hat kirin va guherî.
Li navçeya Licê piştî ku şaredarê DBPyî Rezan Zugurlî di çarçoveya lêpirsîna rêxistina terorê da ji wezîfeyê hatibû hildan Wezareta Karên Navxweyî jî nêzî 20 meh berê lê wezîfedarî kir.

Şaredariya ku lê wezîfedarî hat kirin bi saya projeyên ku kir rewacê va dilê welatiyan xweş kir û wan gihand xizmetên bi salene li bendê bûn.
Bi saya çavkanî û pereyên ji bo navçeyê hatin xerckirin va ji hêla civakî, çandî û aborî va pêşketin pêk hat û di vê heyamê da ji bo navçeyê bi bergîdana 14 milyon lireyî veberhênanî hat kirin. Bi saya veberhênaniyê pirsgirêkên binesazî û seresazî yên navçeyê hatin helkirin, Projeya Prestîjê ya Meydanê dest pê kir û eywana sporê ya ji bo jinan jî kete xizmetê.

- 50 park hatin çêkirin
Qaymeqam Abdulkadîr Çelîk ê ku Wekîlê Şaredarê Licêyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û ragihand ku piştî wezîfedarkirinê reng û rûçikên Licê guherî.
Çelîk destnîşan kir ku ji bo di qada şaredarîtiyê da xizmeteke bi qalîte bê dayîn ew hewl didin û wiha pê da çû: "Me ewilî Projeya Prestîjê ya Meydanê çêkir. Bazara Licê mixabin di halekî pir xirab da bû. Me dikan û peyarêyên vê derê nû kir. Li taxên me yên navend û gundewar 50 park çêkir. Di demên berê da parkên ku zarokên me bikaribin lê bileyîzin gelek kêm bûn. Înşeata mala şînê ya ku emê çêkin jî dewam dike."