Abdullah Tel
16 Mijdar 2017•Rojanekirin: 17 Mijdar 2017
ANKARA
Di 2018 FIFA Kupaya Dinyayê da wê 32 welat cih bigirin û ji bo kifşkirina komên wan jî kîsikên tê da cih digirin kifş bûn.
Ji ser malpera înternetê ya FIFAyê daxuyanî hat weşandin û hat gotin li Moskovaya paytextê Rûsyayê di 1ê Kanûnê da li Qesra Kremlînê ji bo kifşkirina koman wê pişk bê avêtin.
32 tîmên ku wê ji bo Kupaya Dinyayê têbikoşin li gor rêza xwe ya dinyayê ya FIFAyê di kîsikan da hatin bicihkirin û piştî pişkavêtinê wê 8 kom bên eşkerekirin.

Tîmên di komên Kupaya Dinyayê da wê cih bigirin di kîsikan da wiha hatin bicihkirin:
Kîsikê 1emîn: Rûsya, Almanya, Brezîlya, Portekîz, Arjantîn, Belçîka, Polonya, Fransa
Kîsikê 2emîn: Spanya, Peru, Swîsre, Ingîltere, Kolombiya, Meksîka, Ûrûgûay, Hirvatistan
Kîsikê 3emîn: Danîmarka, Îzlanda, Kosta Rîka, Swêd, Tûnis, Misir, Senegal, Îran
Kîsikê 4emîn: Sirbistan, Nîjerya, Awistralya, Japonya, Fas, Panama, Koreya Başûr, Erebistana Siûdî