27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
RIYAD
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilmanan ên Dinyayê Elî Qeredaxî daxwaz kir ku 30ê îlonê li hemû dinyayê bila wek "Roja Hêrsê" bê îlankirin û slogana wê jî bila bibe "Ji bo Helebê hêrs bibe".
Qeredaxî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de hot ku li hember êrîşên rejima Esed û Rûsyayê divê piştgiriya gelê Helebê bê kirin. Ji ber vê jî divê 30ê îlonê wek "Roja Hêrsê" bê îlankirin, hemû îmam û xetîb jî xutbeya xwe ya înê li ser Helebê bidin.
Qeredaxî got ku mela û muftî divê li hember gelê ji ber zilma Sûriyeyê û welatên din ên ku xirab bûne hêrs dibin, bisekinin.
Qeredaxî bangî raya navneteweyî kir ku bila durû tevnegerin, li pişt rejima Esed nesekinin û piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê.
DYA û Rûsyayê serkêşiya agirbestê kiribûn. Lê di 19ê îlonê de hatibû eşkerekirin ku agirbest dawî bûye. Ji wê demê pê ve li Helebê di êrîşên rejim û Rûsyayê de 444 kes mirin û hezar û 585 kes jî birîndar bûn.