13 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu got, "Wek li her aliyên Tirkiyeyê birayên me yên kurd ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wek operasyonên li bajaran van xayînan def dikin."
Çavuşoglu beşdarî merasima eydaniyê ku teşkîlata Sêrikê ya AK Partiyê li Parka DSÎyê li dar xist bû û li wê derê axivî. Wezîr Çavuşoglu di axaftina xwe da selama Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim gihande welatiyan.
Çavuşoglu got dixwazin eydiyeke bi hizûr derbas bikin û ji heciyên li Meke û Medîneyê xeberên baş hildin û diyar kir ku welatî bi kêfxwaşî eyda xwe dikin.
Çavuşoglu got bi tenê PKKê di eydê da nerindî kir, PKKya ateîst a di îdeolojiya marksizmê da ji bo ku nehêlin wanî eydiyeke bi hizûr derbas bikin bombe teqand.
Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku tu têkiliyeke van qeleşan bi gelê kurd ra tune û wiha axivî: "Rikê wan ji birayên me yên kurd ên bi bawerî û mihefezeker tê. Lewra dixwazin ku gel jî wek wan bibe marksîst, lenînîst û ateîst. Ji ber vê êrîşî mizgeftan dike. Lê belê wek li her aliyên Tirkiyeyê birayên me yên kurd ên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wek operasyonên li bajaran van xayînan def dikin."