Nihat Kavşut
13 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Zû yan jî dereng em ê bêbextên ku roja ewil a eydê da li Wanê hezar kîlo teqemenî teqandin di xwîna ku rêtin da bifetisînin. Lewra heqê kesî tuneye ku rojên bimbarek li gelê me biherimîne. Yên ku şehît dibin belasebeb şehît nabin, yên ku dibin xazî belasebeb nabin xazî. Lê wê bêbext hesabê vê bidin."
"Ev kes xwe wek 'îmamê cîhanê' dibîne. Li 170 welatî xebatên wî hene. Hesab cuda ye... Li parzemînan îmam hene. Li Tirkiyeyê îmamê Tirkiyeyê heye, îmamê bajaran hene, îmamên navçeyan hene û îmamên saziyên dewletê hene. Hesab cuda ye, lê negirt. Niha jî belawela bûne û direvin. Wê ew birevin em ê bidin pey wan.""Di rêwîtiya AK Partiyê ya me di sala 2001î da da destpêkirin û ji heyama têkoşîna sala 2002an vir va bênavber didome da, em hemû bihevra bûn. Heke ev bihevrebûna ku bingeha wê îman û wefa ye nebûya ne di şerê wesayetê yê sala 2007an, ne bûyerên Geziyê yên di sala 2013an da, ne hewla derbeyê ya 17-25 kanûnê û ne jî li hemberî wan operasyonên navneteweyî ku bi reng û rûçikên DAEŞê va ji salekê zêdetire tên kirin û herî dawîn jî hewla derbeyê ya ku di 15ê tîrmehê da hat kirin gel û welêt xilaskirin mimkun nedibû. Şikir ev qadro dema bi miletê me ra dibe yek nîşan da ku ew bi tenê ne li hemberî projeyên siyasî û êrîşên burokratîk, ew xwedî wî dil, xîret û baweriya dikarin li hemberî çekên herî modern li ber xwe bidin û vê yekê jî nîşan dan.""Em mecbûr in ku FETOya rêxistina terorê û endamên wê têxin wî halî ku careke din dîsa nikaribe li miletê me îxanetê bike. Em vê têkoşînê li hemû saziyên xwe didin. Hetanî nika me mesafeyeke girîng hilda lê belê hela hê rêyeke dirêj li pêşiya me ye.""Gel îdamê dixwaze. Wê parlemento vê hilde rojeva xwe û binirxîne. Heger ji parlementoyê derkeve kes nikare li hember derkeve. Hin serokên Ewropayê dibêjin 'Hûn îdamê diparêzin.' Ji wan ra dibêjim hûn tiştên ku hatine serê me nizanin. Demokrasî îradeya gel e û rêvebiriya gel e. Heger gel bixwaze û parlemento biryarê derxe hûn nikarin li hember derkevin. Li qisûrê nenihêrin biryara vê di destê Yekîtiya Ewropayê da nîne di destê gel û parlementoya Komara Tirkiyeyê da ye.""Kesên di hewla derbeyê da cih girtin helbet mensubên FETOya rêxistina terorê ne. Lê em zanin ku lîstik mezin e. 15ê tîrmehê encama vê lîstikê nîne bi tenê merheleyeke vê ye. Bi tenê Tirkiyeyê berî hev nadin. Iraqê berî hev dan. Sûriyeyê berî hev dan. Efqanistan, Misir... Bi heman awayî Tunis, Libya hemûyan berî hev didin. Ev yek hê jî dewam dike. Ev lîstika ku tê lîstin li ser alema Îslamê ye . Lîstika ku tê lîstin li welatên misilmanan e. Miletê me ji me hêvî dike û li bendê ye ku em vê lîstikê ji binî da xera bikin.""Îxaneta 17-25ê berfanbarê ya FETOyê û çalakiyên hendekan a ku PKKê li Başûrê Rojhilatê welêt kir heman tiştin. Dewama van çalakiyan jî 15ê Tîrmehê ye. Hin şaredariyên di rêya PKKê da di çalakiyên hendekan û êrîşên bi xwîn ên rêxistina terorê da wezîfeyeke çalak kirin. Şaredarên ku dibê xizmetî navçe û wîlayetên ku lê hatine hilbijartin bikin, hemû îmkanên şaredariyan dane xizmeta rêxistinê û xulamtiya rêxistinê kirine. Dewlet mecbûr nîne ku îmkanan bide destê kesên ku li dijî dewletê dixebitin. Sîstema edaletê mikelef e ku van rêderketinan tesbît bike û çi hewce dike bike.""Kesên di ciyê ku karê şaredariyê bikin alîkariya rêxistinan dikin û îmkan û derfetên gel û kamuyê ji bo wan xerc dikin, di rastiyê da serokşaredar nînin. Ku meriv bi hilbijartinê were ev nayê wê meneyê ku bi rêxistinên terorê ra hevkariyê bike û îmkanan ji bo wan xerc bike. Tu astengî tuneye ku heman îrade û biryar ji bo şaredariyên bajarê mezin jî neyê bikaranîn ku ji bo PKK FETOyê tên emilandin.""Niha 28 şaredar ji wezîfeyê hatine hildan. Hin kes dibêjin 'Ev kesên hatine hilbijartin çawa ji wezîfeyê hildidin?' Xweş tên hildan. Hilbijartin rayeya tesarûfa bê sînor a li dijî dewlet û miletê kar kirinê nade we. Sînorên xebata te çibin divê tu di wî sînorî da bixebitî, bi wî pere û makîneyên kar ku dewletê daye te heke tu rabî di şûna kanalê avê, xazê û ceyranê da çêkî da rabî bi wan derfetan terorê bikî wê daraz bê, hemû pergala edaletê bê û der heqê vê yekê da hesab ji te bipirse."