05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
Biryara Meclisê ya ku dema Rewşa Derasayî (OHAL) ji 19ê rêbendanê pê va 3 mehan dirêj dike, di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Lijneya Wezîran di 3yê rêbendanê da biryar dabû ku OHAL ji 19ê rêbendanê roja pêncşemê ji saet 01.00î pê va sê mehan were dirêjkirin.
Biryara Lijneya Wezîran li gor xala 120emîn a Makezagonê û xala 3yemîn û fiqra 1emîn benda (b)yê a Qanûna Rewşa Derasayî hat dayîn û di 3yê rêbendanê da hatibû qebûlkirin.