05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê xîmê projeyên mezin ên ku dê navçeya Sûrê ya dîrokî ya ku di êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê de gelekî xisar dît ji nû ve ava bike hat avêtin.
Li Îçkaleya li navçeya Sûrê ji bo xîmavêtina "etaba 1emîna a Projeya Rekreasyon û Peyzajê ya Newala Dîcleyê û Malên Diyarbekirê yên Kevneşopî, Projeya Rekreasyon û Verastkirina Peyzajê ya TOKIyê" merasim hat lidarxistin.
Digel Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy, parlementerên AK Partiyê yên Diyarbekirê Ebûbekir Bal û Galîp Ensarîoglu, Serokê Yekîtiya Ode û Borseyên Tirkiyeyê (TOBB) Rîfat Hîsarciklioglu, Serokê Îdareya Avahiyên Komî ya Serokwezîriyê (TOKÎ) Ergun Turan, Serokê Giştî yê Turk Îşê Ergun Atalay, Cumalî Atîllayê ku di çarçoveya Qerarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wek Wekîlê Şaredarê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hat peywirdarkirin, rayedarên din ên eleqedar û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.
Di destê hin ji welatiyên ku beşdarî merasimê bûn de dowîzên ku li serê "Em ji cihên ku ew xira dikin derdikevin. Ji ber ku em neviyên vê umetê ne", "Gelê Sûrê bi we serbilind e" û "Mil bi mil desthevgirtî ji bo Sûrê pêngavên nû" hebûn.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî bi rêbaza vîdeo konferansê beşdarî merasimê bû û xitabî welatiyan kir.