Abdullah Tel
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2018
ANKARA
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku biryara vekişîna wan a ji Sûriyeyê surprîz nîne û êdî dema vegerê ye.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û ragihand ku ev biryar surprîz nebû û bi salan e ji bo bicih hatina vê biryarê li wir têdikoşiyan.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku wî ji 6 meh berê va dixwest ji Sûriyeyê eskeran vekişîne lê encax qanî bû û wiha dewam kir: "Rûsya, Îran, Sûriye û yên din, neyarên DEAŞê yên herêmî ne. Li wê derê kar me birêva dibir. Êdî dema vegerê û jinûva avakirinê ye."
Trump ragihand ku Amerîka hema bêje di hemû bûyerên diqewimin da digel teqdîrnekirinê jî ji bo parastina yên din bi trilyon dolaran pere û mirovên hêja xerc dike û tiştekî jî bi dest naxe.
Donald Trump got: "Gelo em dixwazin ku heta bi hetayê li wê derê bin? Êdî şerkirin dora yên din e."
Serokê Amerîkayê Trump duh ji ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî ku wan li Sûriyeyê DEAŞê têk birin û wiha domand: "Êdî dema vegera eskerê me hat. Em demeke dirêj e ku li Sûriyeyê şer dikin. Ez nêzî 2 salan e ku Serokê Amerîkayê me bi rastî jî me merheleyek li pişt xwe hîşt û DEAŞ têk bir."