Türkan Tosun
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2018
PARÎS
Nathalîe Loîseauya Wezîra Dewletê ya Fransayê ya ji Kar û Barên Yekîtiya Ewropayê (YE) Berpirsyar e got Fransa ji bo niha wê li Sûriyeyê bimîne.
Loîseau daxuyanî da têlevizyona CNEWSê û got: "Ji bo niha (ji hêla eskerî va) emê li Sûriyeyê bimînin."
Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parlyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got hêza DEAŞa rêxistina terorê li gor berê niha zêdetir qels e, ew lojîstika berê di destê rêxistinê da hebû, êdî tune.
Parly wiha got: "DEAŞ ji nexşerêyê û ji rehên xwe nehat paqijkirin. Divê ev rêxistina terorê bi teqez ji hêla eskerî va bê têkbirin."