19 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2015
Bombeya dengê avêtin ser avahiya Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya Diyarbekirê. Dema ku bombe avêtin, Serokê Bajêr Muhammed Akar, namzedên parlementeriyê û serokên navçeyan jî li avahiyê bûn. Di bûyerê de kes birîndar nebû.
Bombeya dengê avêtin ser avahiya serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya li navçeya Kayapinarê. Nasnameya êrîşkerên ku 2 bombeyên dengê avêtin ser avahiyê hê nehatiye tespîtkirin.
Ekîbên polêsan li hemberî êrîşkeran bersîv dan û gule berdan hewayê. Êrîşkar ji cihê bûyerê revîn. Ji bo qefaltina faîlan xebat dan destpêkirin, herwiha êkîbên bombe îmxayê jî hatin cihê bûyerê û li vir lêkolîn dan destpêkirin.
Polêsan ji bo tespîtkirina êrîşkeran, qeydên kamerayên li avahiya partiyê hildan û li ser wan lêkolîn dikin.
Serokbajarê AK Partiyê yê Diyarbekirê Akar ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku danê êvarê bombe avêtin ser avahiyê û got em bi şans bûn ku di êrîşê de kes birîndar nebû.
Akar wiha dewam kir: "Dema ku bombe avêtin, em di avahiyê de bûn. Kes nemir, birîndar nebû. Niha em bi şev û bi roj dixebitin. Carinan em derengê şevê piştî xebatên li qadê vedigerin û li vir digel hevalan nirxandinan dikin. Îro jî em digel parlementer û serokên navçeyê ji bo nirxandina rewşê li vir bûn. Di şevekê wiha da êrîş hat kirin. Ev netesaduf e."