28 Îlon 2015•Rojanekirin: 28 Îlon 2015
DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê, terorîstên PKKyî dema ku konvoya eskeriyê derbas dibû, roketavêj avêtin ser konvoyê, di êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, endamên PKKya rêxistina terorê, li ser rêbeja Diyarbekir-Elazigê dema ku konvoya eskeriyê derbas dibû, êrîşê konvoyê kirin.
Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn. Birîndar sewqê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hatin kirin.
Terorîstên ku êrîş lidar xist, piştî bûyerê wesayiteke ji cihê bûyerê hildan û bi vê wesayitê êrîşê ekîbên polêsan ên li derdora Serokatiya Bajêr a AK Partiyê tewdîrên ewlehiyê hildidan kirin.
Di êrîşê de kes nemir û birîndar nebû.
Hêzên ewlehiyê, avêt ser hin avahiyên ku lê weşana kurdî tê kirin. Di operasyonê de 32 gumanbar hatin binçavkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.