İbrahim Atmaca
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li Arnavutkoyê bombeya deng avêtin buroya îtribatê ya hilbijartinê ya AK Partiyê.
Li gor agahiya ku hat hildan, kes an jî kesên ku nasnameya wan ne diyar e, li taxa Karlibayirê ser kolana Tahsînê bombeya deng avêtin buroya îrtibatê ya hilbijartinê ya AK Partiyê. Bi teqînê ra camên buroyê şikestin.
Polês çûn cihê bûyerê, tevdîra ewlehiyê hildan û lêkolîn kirin.
Polês ji bo girtina gumanbar an jî gumanbarên ku piştî bûyerê revîn, xebat da destpêkirin.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.